Bi îdîaya ‘ Endamê rêxistinê ye’ Yildirimê felcî hat girtin

Li Dêrikê di serdegirtina polîsên Tirk a malan de ji 4 kesan 2 kes hatin girtin. Bi îdîaya ku “Endamê rêxistinê ye” Serdar Yildirim ku ji nîvî pê de felcî ye, hat girtin.

Li Dêrikê di serdegirtina polîsên Tirk a malan de ji 4 kesan 2 kes hatin girtin. Bi îdîaya ku “Endamê rêxistinê ye” Serdar Yildirim ku ji nîvî pê de felcî ye, hat girtin. 

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê di serdegirtina tîmên taybet û TEM a ser malan de ji 4 kesên hatin girtin yek jê sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeyê Mazlûm Dînç û Serdar Yildirim bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sûlh Ceza a Dêrikê bî îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Hat ragihandin ku yek ji yên hatine girtin, Serdar Yildirim ji nîvî pê de felcî ye û bi sandeliyeya bî teker ve jiyana xwe bi rê ve dibe. Dînç û Yildirimê ku hatin giritin birin Girtigeha Girtî ya Tîpa E.

Karûbarên edlî yên Şervan Kabak û Mehmet Ektîren ên hatine biçavkirin jî li Midûriyeta Dêrikê didome.