Li Geverê dibistan tên boykotkirin
Xwendekarên li Geverê, bi armanca şermezarkirina êrîşên topyekûn ên li hemberî Kurdistanê, dibistan boykot kirin.
Xwendekarên li Geverê, bi armanca şermezarkirina êrîşên topyekûn ên li hemberî Kurdistanê, dibistan boykot kirin.
Xwendekarên li navçeya Colemêrg Geverê, bi armanca şermezarkirina êrîşên topyekûn ên li hemberî Kurdistanê, dibistan boykot kirin. Ji ber ku rêveber, mamoste û personelên dibistanan jî neçûn dibistanan, deriyê gelek dibistanên li navçeyê nehat vekirin.
Li navçeya ku dibistan lê vala ne, balkêş e ku maşînên polîsan li ser rêya Îpekê gelekî digerin û li hin nuqteyan bombeyên gazê li derdorê dibarînin. Di serî de lîseyî, xwendekarên li navçeyê li taxa Cûmhûriyetê dicivin. Tê payîn ku di nava rojê de meşeke girseyî bê lidarxistin.