Li taxa Cûdî ya Cizîrê ji ber sedema topbarana zêde Emîne Dûman a 75 salî qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, welatiyê bi navê Alî Kalkan jî ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve ji lingê xwe hat birîndarkirin.
Li Cîzîrê hêzên dewleta Tirk ev 9 roj in li hember hemû êrîşan berxwedana xwerêveriyan nikarin bişkînin, topbarana li ser taxan hê didomînin. Li taxa Cûdî ya Cizîrê ji ber sedema topbarana zêde Emîne Dûman a 75 salî qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, welatiyê bi navê Alî Kalkan jî ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve ji lingê xwe hat birîndarkirin. Kalkan ê ku ji lingê xwe birîndarbûyî li herêmên xwerêveberiyê ji aliyên welatiyan ve tê dermankirin. Li taxa Dîcleyê jî ciwanê bi navê Îbrahîm Yûral ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat binçavkirin.