Hêzên dewletê li Cizîrê 2 kesên din qetil kirin

Li taxa Nûhê hêzên dewleta Tirk welatiyên bi navê Dogan Îşçî (32) û Mehmet Tekin qetil kirin.

Hêzên dewleta Tirk,  navçeya Cizîrê ev 9 roj in, bi 10 hezar leşkeran dagir kiriye û li ser tax û malan gule dibarîne. Hêzên dewletê ku dixwaze bi maşineyên zirxî gelê navçeyê teslîm bigire, rastî berxwedana gel tê. Ji ber êrîşên dewletê yên bi çekên giran welatî birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî li taxa Nuhê ya Cizîrê top avêtin mala Îşçî. Di êrîşa topbaranê de welatiyê bi navê Dogan Îşçi (32) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îşçî birin Nexweşxaneya Dewletê. Li heman taxê welatiyê bi navê Mehmet Tekin jî, bi guleya tîmên taybet hat qetilkirin.