Li Batmanê jin bi tepsî û beroşan li kolanan in

Jinên di pêşengtiya KJA’yê de li kolana Sanatê kom bûn , bi tepsiyan, beroşan, fîtik, çepik û tilîliyan ve çalakiya dengderxistinê li dar xistin.

Jinên di pêşengtiya KJA’yê de li kolana Sanatê kom bûn , bi tepsiyan, beroşan, fîtik, çepik û tilîliyan ve çalakiya dengderxistinê li dar xistin.

Jinên di pêşengtiya KJA’yê de li kolana Sanatê kom bûn , bi tepsiyan, beroşan, fîtik, çepik û tilîliyan ve çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Di çalakiya ku hevbirên KJA û bi sedan jin beşdar bûn, Hevşaredara Batmanê Gulistan Akel û Parlamentera HDP’ê ya Batmanê Ayşe Acer Başaran jî beşdar bû. Di çalakiyê de dem bi dem dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”,”Bijî Berxwedana Cîzîr,Sûrê û Nisêbînê” qîr kirin. Jinan di çalakiyê de dowîzên “Dewleta qatil wê hesab bide” û “ Xwerêveberî meşrû ye” hatin hilgirtin.

Piştî meşê Acar Başaran axivî û wiha got: “ Li ser vê axê me dît jinên ku ducanî hatin qetilkirin, me dît ên ku li pêşiya deriyê mala xwe li hember şer dengê xwe bilind kirin, hatin qetil kirin. Em qatilan û hevkarên wan nas dikin. Em sîstema ku ji ber cinayetên jinan ên hatin berdan û cezayê kêmgirtinê jî dizanin. Jin azad nebe civak azad nabe.”

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat. Bi piştgirîdayina esnafan, çalakî bi dawî bû.

...