Yek ji yê li Nisêbînê hat qetilkirin Medenî Oral bavê 8 zarokan e

Li Nisêbînê di encama êrîşa wesayîta zirxî ya polîsên Tirk û bi astengkirina ambûlansê ji ber xwîna zêde winda kir jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Medenî Oral (45) bavê 8 zarokan e.

Li Nisêbînê di encama êrîşa wesayîta zirxî ya polîsên Tirk û bi astengkirina ambûlansê ji ber xwîna zêde winda kir jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Medenî Oral (45) bavê 8 zarokan e.

Li Nisêbînê reveberiya awarte di roja 9. de didome,di saetên danê sibehê de li Kolana Dîlek a girêdayî Taxa Firat di encama gulebarana wesayîtên zirxî ya polîsên Tirk de 2 kes birîndar kirin û bi astengkirina 4 saetan a ambûlansê ji ber xwîna zêde winda kirin jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku yek ciwanekî navî wê nehatiye zelalkirin e, yê din jî Medenî Oral (45) ê bavê 8 zarokan e ku ji bo rizgarkirina hevalê xwe yê birîndar diçe ye.  

Li aliyê din Fîlîz Uzûn ji bo hatina ambûlansê li 155’ê geriya, li ser vê polîsan jê re gotin; “ Hûn henekê xwe bi me dikin. Ew terorîst in.” Piştî 4 saetan ambûlans hatiye cihê bûyerê, jinan cenaze bi betaniyan ve birine Kolana Kordon a ku ambûlans lê rawestiyaye. Jina paçên spî rakirine heta ku cenaze birine gel ambûlansê, piştre dirûşmên “ Şehîd namirin” qîr kirin.

Piştî cenaze rakirin nexweşxaneyê, wesayîtên zirxî yê polîsên Tirk ên li ser rêya Çagçag û Îpekê taxa Firat rasterast dan ber guleyan. Piştî gulebaranê demekê, li ser rêya Çagçagê teqîneke dijwar rû da.