Li Şirnexê çalakî mezin dibin û dewam dikin

Bi hezaran kesî li Şirnexê pêkanînên rêveberiya awarte yên li ser Silopiya û Cizîrê bi meş û çalakiyên dengderxistinê ve protesto kirin.

Bi hezaran kesî li Şirnexê pêkanînên rêveberiya awarte yên li ser Silopiya û Cizîrê bi meş û çalakiyên dengderxistinê ve protesto kirin.

Li dijî pêkanînên rêveberiya awarte yên li ser Silopiya û Cizîrê, meş û çalakiyên dengderxistinê yên bi rojan e li Şirnexê pêk tên, îro jî dewam kirin.

Bi hezaran kesên ku li taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Yeşîlyûrt û Bahçelîevler hatin cem hev, li derdora agir govend gerandin û fîşekên hewayî avêtin. Piştre bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Bijî Berxwedana Silopiyayê” derbasî meşê bûn, bi tawe, beroş, fîtîk, tilîliyan çalakiya dengderxistinê pêk anîn.

Di çalakiyan de ji bo meşa sibehê wê saet 14.00’an ji pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê destpêbike, banga tevlîbûnê hat kirin.