KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêșa Tirk bi awayekî hovane êrîșî gel dike
MŞD’ê têkîldarî êrîşên qetlîamê yên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê banga çalakiyên piştgiriyê li gelê Kurd ê li Ewropayê kir û wiha got: “Girîng e ku em êșa gelê xwe his bikin û ji bo çareseriyê bibin bersiv.” -
Ji bo Sûrê banga lezgîn
DBP’ê ji bo gelê Sûrê yê di bin êrîşên dijwar ên dewleta Tirk de ne, banga çalakiyên lezgîn kir. -
Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 2 mirî û 11 birîndar
Di qezaya tafîkê ya li şaredariya Girêmîran a Mêrdînê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. -
Sariyildiz: Pêwîst e berxwedan û yekîtî mezin bibe; daxuyanî têrê nake
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, diyar kir ku êrîşên li hember Cîzîrê bi dijwarî didomin, got: “Planek mezin a dewleta Tirk a qetlîamê heye, lê berxwedana gelê me pêşî lê digire.” -
Di encama topbaranê de mal dişewitin
Li Cizîrê, terora dewleta Tirk di roja 10. de didome, di saetên şevê de di encama topbarana ji girê Nexweşxaneyê hinek malên li taxa Yafes dişewitin. -
‘Ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla biherikin Parîsê; hesab bixwazin’
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), bang li jinên Kurd û jinên Şoreşger kir ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di r9’ê Çileyê hatin qetilkirin, biherikin Parîs ê. -
M. Nazîf Aktaşê PKK’yî hat bibîranîn
Mustafa Nazîf Aktaş ê PKK’yî ku 23’ê Kanûnê 1985’an li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora wî ya li Goristana Pere Lachaîse hate bibîranîn. -
HSD’ê li başûrê Kobanê dest bi pêngavê kir/ HAT NÛKİRİN
Fermandariya Giştî ya HSD’ê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir. -
Li Stockholmê qetlîamên dewleta Tirk hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li paytexta Swêdê Stockholmê bi pêşendanekê ve hat protestokirin. -
Li Swîsre jinên Kurd careke din li qadan bû
Jinên ku li 2 bajarên Swîsreyê daketin qadan, berxwedanên li Kurdistanê silav kirin, polîtîkayên qetlîamê yên AKP’e û Erdogan protesto kirin. -
Li Parîsê di çalakiya edaletê de xwerêveberî hatin silavkirin
Li paytext Fransa Parîsê wek her hefte vê hefteyê de jî di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd, di çalakiyê de daxwaza “Edalet û Ronîkirinê” hat dûbarekirin. -
Polîsên Tirk li Amedê kesekî din qetil kir
Li navçeya Sûrê welatiyê bi navê Salîh Baygin (70) ê ku nexweşê astimê ye ji ber bombeya gazê ya polîsan ku li mala wî ket, jiyana xwe ji dest da. -
Li Parîsê TJK-E û SKB’ê çalakiya rûniştinê li dar xist
Jinên ku li Parîsê hatin cem hev, qetlîamên li Kurdistanê û înfazkirina şoreşgeran protesto kirin. -
Jinên li Dusseldorfê di çalakiya ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu’ de ne
Li Dusseldorfê çalakiyên kon ên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu” didome. -
Mehmet Tekîn ê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin li Şirnexê hat defnkirin
Cenazeyê Mehmet Tekîn ê (38) yê li Cîzîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ji ber sedema dorpêça li ser welatê wî Cîzîr, li Şirnex hat defnkirin. -
Şirnexê banga xwedîderketina berxwedana Botanê kir
Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajarê Şirnexê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ve banga xwedîderketina berxwedana Botanê kir. -
Li Silopiya topên dewletê malek din şewitandin
Li Silopiyayê di encama topbarankirinê ya ji hêla hêzên dewleta Tirk ve mala welatiyekî şewitî. Piştî pêketina agir mal hilweşiya. -
‘Divê em barîqat û xendekan li Tirkiyeyê jî ava bikin”
Ji rêveberên MLKP’e ya Rojava, Serhat bang li derdorên çep-sosyalîst û gelê Tirkiyeyî kir ku piştevaniya gelê Kurd bikin. -
Destpêkê Heron piştre topbaran
Di encama bombeavêj û topbarana dewleta Tirk a li dijî Taxa Cûdî ya Cizîrê ku bi Heronan hat keşfkirin de malek şewitî. -
Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk rastî çalakiya bi roketan hat
Li ser Rêya Îpek li dijî wesayîtên leşkerî yên ji Qoserê ber bi Cizîrê diçûn rastî çalakiya bi roketan hat. -
Ozdemîr: Şervanên Qesrê terorîstên eslî ne!
Karkerên Şaredariya Êlihê, Tum Bel Sen, endamên Sendikaya Genel-Îş, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, terora AKP’ê protesto kirin. -
Li Nisêbînê ceryan, înternet û telefon hatin birîn
Li navçeya Nisêbînê ku berxwedana gel dewam dike, ceryan, înternet, telefon jî hatin birîn. Ji ber êrîşan li hin taxan av jî tine ye. -
Kerboranî li axaftina Ocalan guhdarî dikin!
Li Kerboranê, ji hoparlorên ku "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, niha gel li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî dike. -
Ji bo protestokirina terora dewletê û tecrîdê li Elbakê bi hezaran kes meşiyan
Bi armanca protestokirina terora dewletê ya li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Elbak a Wanê bi tevlîbûna hezaran kesî ve daxuyaniya çapemeniyê û meş hat lidarxistin. -
Şervanên YPG/YPJ'ê êrîşên çeteyan şikandin
YPG’ê ragihand ku çeteyên li Kobanê, Cizîrê û Helebê êrîş kirin li hemberî berxwedaniya şervanên wan reviyan.