Di encama topbaranê de mal dişewitin

Li Cizîrê, terora dewleta Tirk di roja 10. de didome, di saetên şevê de di encama topbarana ji girê Nexweşxaneyê hinek malên li taxa Yafes dişewitin.

Li Cizîrê, terora dewleta Tirk di roja 10. de didome, di saetên şevê de di encama topbarana ji girê Nexweşxaneyê hinek malên li taxa Yafes dişewitin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê di êrîşên tinekirinê yên terora dewleta Tirk di roja 10. de didome, di saetên şevê de wesayîtên zirxî yên li derdor hatin bicihkirin topbarana li ser navenda bajar hê jî didomîne. Di saetên şevê yên topbarana ji girê Banê Cirt ê nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya jora taxa Yafesê de agir bi gelek malan ket. Ev 10 roj in hêzên dewleta Tirk ên ji heman cihî êrîşan pêk tînin, nikarin pêş de herin, malên dikeve pêşberî nexweşxaneyê di encama topbaranê de, malên 2 kolanan tevahî hatin hilweşandin. Agirê bi malan ket, ji navenda bajar ve tê dîtin, kesên ku dixwazin agir vemirînin jî dibin hedefa hêzên dewleta Tirk. Welatî ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin agir vemirînin.

Wesayîtên zirxî yên li ser girên navçeyên Cûdî, Nûr û Sûrê hatine bicihkirin topbaranê hê jî didomînin.