BI DÎMEN

Ozdemîr: Şervanên Qesrê terorîstên eslî ne!

Karkerên Şaredariya Êlihê, Tum Bel Sen, endamên Sendikaya Genel-Îş, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, terora AKP’ê protesto kirin.

Li pêşiya avahiya şaredariyê pankarta, “Sûr, Kerboran, Silopiya, Cizîr û Nisêbîn rûmet e, li rûmeta xwe xwedî derkeve” hat vekirin. Li ser navê girseyê Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr axivî, wiha got: “Hikûmeta AKP’ê, dûvikên wan û şervanên Qesrê, bi polîtîkayên xwe yên li herêmê ve, niha di pozîsyona dagirker de ne. Bi xwe terorîst in.”

 ‘AKP BI TANKAN ÊRÎŞÎ GEL DIKE’

Ozdemîr bal kişand ser qetlîamên sivîl, wiha axivî: “AKP’e li Kurdistanê bi tankan êrîşî gel dike. Bajarên me, gelê me di bin bomberdûmanê hiştiye.” Ozdemîr wiha berdewam kir: “AKP’e bi awayekî fermî li dijî gelên Kurdistanî li Kurdistanê şer îlan kiriye. Bi şiklî jî xistiye meriyetê û gelê me di malên wan de bomberdûman dike, qetil dike.”  Ozdemîr herî dawî wiha bi bîr xist: “Hilbijêrên Kurdistanê jî an ji wezîfeyên xwe hatine dûrxistin an jî wesîfeyan hatine girtin an jî xistine zindanan.”

Piştî daxuyaniyê bi armanca protestokirina qetlîaman, girseyê çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan li dar xist.