Ji bo protestokirina terora dewletê û tecrîdê li Elbakê bi hezaran kes meşiyan
Bi armanca protestokirina terora dewletê ya li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Elbak a Wanê bi tevlîbûna hezaran kesî ve daxuyaniya çapemeniyê û meş hat lidarxistin.
ANF
WAN
çarşem, 23 berfanbarê 2015, 15:14
Bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Elbak a Wanê ji aliyê DBP, HDP’ê ve daxuyaniya çapemeniyê û meş hat lidarxistin. Esnafan bi girtina kepengên xwe ve piştgirî dan meşa ku bi tevlîbûna bi hezaran ve pêk hat.
Kurdistaniyan pankartên, “Em Ê Li Dijî Faşîzmê Bibin Sûr, Berxwedan Jiyan e” û “Azadiya Ocalan Aştiya Rojhilata Navîn E” vekirin, ji pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê heta avahiya şaredariyê bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Amedê” ve meşiyan. Gelê dîsa vegeriya pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê, ji bo şehîdên demokrasiyê rêz girt. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Senar Yeşîlirmak, Hevşaredarê Navçeyê Îhsan Guler, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçteyê Daştan Şîmşek, Kurdî-Der, Meya-Der, Mala Piştgiriya Perwerdeyê, KJA, Însiyatifa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî meşê bûn,
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Senar Yeşîlirmank axavî û wiha got: “Sala par me hemûyan li Kobanê şahidî li wehşeta DAIŞ’ê kir. Îro jî em heman wehşetê li Kurdistanê, Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û gelek navçeyên xwe dibînin. Em soz didin gelê xwe ku heta van polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gel bidomin, em ê her roj mafên xwe yên çalakiyên demokratîk li qadan bikar bînin.”
Yeşîlirmak bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Azadiya Ocalan azadiya tevahî gelê Kurdistanê ye.”