Li Parîsê di çalakiya edaletê de xwerêveberî hatin silavkirin
Li paytext Fransa Parîsê wek her hefte vê hefteyê de jî di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd, di çalakiyê de daxwaza “Edalet û Ronîkirinê” hat dûbarekirin.
Li paytext Fransa Parîsê wek her hefte vê hefteyê de jî di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd, di çalakiyê de daxwaza “Edalet û Ronîkirinê” hat dûbarekirin.
Çalakiya edaletê ya vê hefteyê ya li Parîsê xwerêveberî hatin silavkirin
Li paytext Fransa Parîsê wek her hefte vê hefteyê de jî di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd, di çalakiyê de daxwaza “Edalet û Ronîkirinê” hat dûbarekirin.
Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin. Tevî ku ev nêzî 3 sal in de ser qetlîamê re derbas dibin jî qetlîam hê li benda ronîkirinê ye. Çalakiya di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a vê hefteyê jî xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin û her du jinên şoreşger ên li Stenbolê ji aliyê dewleta AKP’ê ve hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Bi sedan Kurdistanî, endamên SKB û FEDA li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn û di saet 14:00’an de dest bi meşê kirin. Çalakiya edaletê ya vê hefteyê berxwedana xwerêveberiya li Bakûrê Kurdistanê hat silavkirin. Polîtîkayên talanker û qetlîamê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Sûr, Silopiya, Kerboran û Cizîrê hatin protestokirin û wêneyên her du jinên şoreşger Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Senbolê hatin qetilkirin hatin hilgirtin.
Belavokên ku terora dewleta Tirk û polîtîkayên qetlîamker ên li hember gelê Kurd vedibêje hatin belavkirin. Bi dirûşmên “Dewleta Qatil Ji Kurdistanê Derkeve”, “Erdogan Qatil e, Ewropa Hevkar e”, “ Şehîdên Şoreşê Bê Mirinin” û “ Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” qîr kirin. Meş li pêşiya Buroya Enformasyona Kurdistanê ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyekê rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê berpirsên Tevgera Jinên Kurd û SKB’ê axaftin kirin.
Di axafinan de wiha hat gotin: “ Di kesayeta Sarayan, Rojbînan û Leylayan de û herî dawî her du jinên şoreşger ên li Stenbolê hatin qetilkirin de soza bilindkirina têkoşîn jina azad didin. Xwerêveberiyên li Kurdistanê silav dikin û bang li her kesî dikin ku li hember qetlîaman rabin berxwedanê. Roj roja berxwedanê ye, roj roja îsyanê ye”
Çalakiya edaletê piştî axaftinan bi dirûşman ve bi dawî bû.