MŞD’ê têkîldarî êrîşên qetlîamê yên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê banga çalakiyên piştgiriyê li gelê Kurd ê li Ewropayê kir û wiha got: “Girîng e ku em êșa gelê xwe his bikin û ji bo çareseriyê bibin bersiv.”
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) têkîldarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand, banga çalakiyan li gelê Kurd ê li Ewropayê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê Kurd ji bilî mafên xwe ti tișteki din naxwaze. Gelê Kurd banga aștî, wekhevî, xwişktî û biratiyê dike, lê dewleta AKP’ê ne ji xwişktî, biratiyê ne jî ji aștiyê tișteki fêm dike. Di mejiyê wan ê nîjadperest tinê şer, kuștin, șewat cih girtiye. Li Silopiya , Cizîr, Nisêbîn, Sûr û li gelek deveran bi tank, topan ve leșker bi kîneke mezin êrîșî gel dikin.”
‘ZINDANA AMEDÊ JI BÎR NEKIN’
MŞD’ê diyar kir ku gelê Kurd bi îradeya xwe, bi baweriya xwe ya li dijî zilmê li ber xwe dide û wiha got: “Bila ti kes şaş nefikire, kes nebêje dibe ku Kurd bitirse û dest ji berxwedanê berde.Bila celadên xezebê, Zindana Amedê bi bîra xwe bînin, dema zarokên vî gelî hestî û çerm mabûn, lě tevî vê jî bi berxwedanê șoreș li dar xistin.”
‘JI BILÎ XWESERIYÊ NABE’
MŞD’ê da xuyakirin ku gelê Kurd wê li ber xwe bide û serketinê bi dest bixe. Wiha ragihand: “Em baș dizanin ku berdêlê azadiyê giran e. Kurd bi mirinê razîne, lê ji koletiyê re stûyê xwe xwar nakin.”
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê anî ziman ku artêșa AKP ji serhildanên Kurdan ditirse. Wiha pê de çû: “Ew dizanin ku ev gel di nava şoreșê de mezin bûye û ji xweseriyê pê ve gavê șûn de navêje.”
BANG LI EWROPAYÊ
Meclîsê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em wek MȘD bang li gelê xwe yê li Ewropa dikin ku li her qadê piștgiriya berxwedanê bikin. Ev rojên hebûn û tunebûnê ne. Dibe dengê me bigihêje her dezgeh û saziyên eleqedar. Girîng e ku em êșa gelê xwe his bikin û ji bo çareseriyê bibin bersiv.”