Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk rastî çalakiya bi roketan hat

Li ser Rêya Îpek li dijî wesayîtên leşkerî yên ji Qoserê ber bi Cizîrê diçûn rastî çalakiya bi roketan hat.

Li ser Rêya Îpek li dijî wesayîtên leşkerî yên ji Qoserê ber bi Cizîrê diçûn rastî çalakiya bi roketan hat. Piştî çalakiyê li qadê dûman bilind bûn, her wiha hat dîtin ku 2 wesayîtên zirxî yên Kobra bêkêr bûn.

Dema sewqiyata leşkerî ya ji Qoserê ber bi Cizîrê ya ku pêkanînên qetlîamê di roja 10. de didome,  li ser Rêya Îpekê li hember wesayîtên leşkerî çalakiya bi roketan pêk hat. Ji ber çalakiyê dengekî eceb û dûman bilind bûn, hate diyarkirin ku 2 wesayîtên zirxî yên Kobra di çalakiya bi 4 roketan pêk hat de bêkêr bûne. Têkîldarî mirî an jî birîndaran agahî nehat bidestxistin.

Piştî çalakiyê, qadên xwerêveberiyê yên li Nisêbînê ji aliyê wesayîtên zirxî hatin gulebarankirin.