Jinên li Dusseldorfê di çalakiya ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu’ de ne

Li Dusseldorfê çalakiyên kon ên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu” didome.

Li Dusseldorfê çalakiyên kon ên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu” didome.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanya li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) çalakiya bi şîara, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu” destpê kir, didome. Çalakiya îro di saet 12.00’an de bi nobeda komunên jinan û însiyatîfan ve destpê kir. Çalakî wê heta saet 20.00’an bidome. Pêkhateya Jinên Dikenin ên Dusseldorfê jî tevkariyê dike. Çalakiya kon bi pêşendana sînevîzyonên terora dewleta Tirk vedibêjin ve dewam dike.

Çalakiya ku bi pêşengiya TJK-E destpê kir, bi tevlîbûna Meclîsa Jinan a Dusseldorf, Meclîsa Jinan a Viyan a Wûppertal, Meclîsên Jinan ên Monchengladbach, Krefeld, Grevenbroîch, Neûss, Solîngen, Dûîsbûrg û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ve pêk tê. 

XWERÊBERÎ TÊN SILAVKIRIN

Çalakiya kon a li pêşiya Hauptbahnhof a Dusseldorfê wê sibehê saet di navbera 12.00-14.00’an de pêk bê. Di çalakiyê de terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê tê teşhîrkirin, xwerêveberî û berxwedanên li Kurdistanê tên silavkirin.

Çalakî wê di 24’ê Kanûnê de bi xelaka mirovan a ku wê jin pêk bînin ve bi dawî bibe.

...