Polîsên Tirk li Amedê kesekî din qetil kir

Li navçeya Sûrê welatiyê bi navê Salîh Baygin (70) ê ku nexweşê astimê ye ji ber bombeya gazê ya polîsan ku li mala wî ket, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Sûrê ya Amedê, welatiyek din jî ji ber êrîşên polîsan jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku dorrpêç û êrîşên li ser Sûrê protesto bikin ciwanan li ser Kolana Melîk Ehmed, rê ji trafîkê re girtin. Polîs bi bombeyên gazê êrîşê çalakiya ciwanan kir. Ciwan jî bi fîşekên hewayî û bombeyên gazê bersiva êrîşên polîsan dan. Di pevçûnan de, bombeya gazê ya polîsan li Sikaka Otelê ket malekî. Welatiyê bi navê Salîh Baygin (70) ê ku nexweşê astimê ye, ji ber gazê jiyana xwe ji dest da. 

Polîs destûr nade ku cenaze were derxistin 

Welatiyên derdor ku ferq kirin welatî jiyana xwe ji dest daye, cenazeyê Baygin ji malê girtin. Lê polîs rê li ber welatiyan girt û destûr neda ku cenaze derxin derveyî cihê pevçûnê. Polîs her wiha destûr nade ku ambûlans jî biçe cihê bûyerê.

Di navbera ciwan û polîsan de jî pevçûn berdewam dike.