‘Ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla biherikin Parîsê; hesab bixwazin’
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), bang li jinên Kurd û jinên Şoreşger kir ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di r9’ê Çileyê hatin qetilkirin, biherikin Parîs ê.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), bang li jinên Kurd û jinên Şoreşger kir ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di r9’ê Çileyê hatin qetilkirin, biherikin Parîs ê.
Di daxuyaniya nivîskî ya TJK-E de wiha hat gotin: “Jinên Şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Buroya Enformasyona Kurdistanê a Parîsê hatin qetilkirin. Li ser vê hovîtiya mirovahiyê re 3 sal derbas bû. Tevî ku 3 sal di ser qetlîamê re derbas bûn jî hê berpirsiyar û hevkarên li pişt wan derneketine. Ev 3 sal in, jinên Kurd û gelê Kurd bi daxwaza hevkarên li pişt qetlîamê ronî bibe, bê navber çalakiyên xwe didomîne. Destpêkê dewleta Fransa û hemû dewletên têkildarî qetlîamê bêdengbûna xwe diparêzin.”
‘MILÎTANÊN TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ NE’
Di daxuyaniyê de bal kişand, her 3 jin, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo tevahî jinên cîhanê bûne moral, milîtanên têkoşîna azadiya jinê ne, wiha berdewam kir:
“Her sê jinên bedew; têkoşîn ji bo gelê Kurdistanê, azadiya jinan, wekhevî û demokasiyê dida. Dîsa ji bo maf, mafê hemû gelên bindest, azadiya jinan û mafê jinan têkoşîn dimeşandin. Ew şopdarê bi milyonan jinên ku dixwestin dengê xwe derxin bû. Sakîne Cansiz, bi salan di zindanê Tirkiyeyê de ji ber fikrên xwe hatiye girtin, hatiye îşkencekirin û jinek Kurd a berxwedêr bû. Damezirêner û pêşenga Tevgera Jinên Kurd bû. Fîdan Dogan, xebatên yekgirtina jinan a neteweyî bi serkeftî didomand, jinek dîplomat, bi baweriyek mezin bi têkoşîna yekgirtina gelan tanî. Leyla Şaylemez, bi navê Jinên Kurd ên Ciwan bi baweriyek mezin a azadiya jinê; li hember kapîtalîzm û her cure mêtingeriyê têkoşîn meşand. Lê her 3 jinên Kurd, ji ber daxwazên azadiya gelê Kurd, wekhevî û demokrasiyê ji aliyê hêzên çekdar, îşkence û mirin dîtin, hatin qetilkirin.”
‘LI GORÎ DELÎLÊN DI DESTAN DE, DEWLETA TIRK TÊ NÎŞANDAN LÊ GAVÊN ŞÊNBER NAYÊN AVÊTIN’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên Kurdistanî ji bo ronîkirina qetlîamê û hêzên li pişt bên diyarkirin ev 3 sal in bi peyamên ‘Edaletê dixwazin, bêdengiya we hevkariya we ya bi wan re ye’ li pêşiya meqamên Fransa dengê xwe bilind dikin. Hat destnîşankirin ku rexmê ku delîlên di destan de jî dewleta Tirk û MÎT’ê nîşan dide jî heta roja îro jî ti gavên şênber nayên avêtin. Li aliyê din dozgerên dosyayê meha Gulana sala 2015’an dawî li lêpirsînê aniye. Di belgeya dadgehê de di çavkaniya delîlan de MÎT’ê nîşan dide jî, lê bi sedema ku dewleta Tirkiye tevkarî bi lêpirsînê re pêk naniye, lêpirsîn nehatiye kûrkirin.
Di daxuyaniya ku desthilatdariya siyasî ya Fransî ya bi têkiliyên siyasî û ekonomî ya bi Tirkiyeyê nîşan dan, ev 3 sal in li ser daxwaza hevdîtinê yên bi saziyên Kurdistanê û malbatên her sê jinên şoreşger bersiv nehatin dayin û wiha got: “Doz wê sala 2016’an destpê bike. Bi destpêkirina dozê ya sala 2016’an girîng e û dikeve pêvajoye dîrokî. Li gorî mafdariyê doz pêk were, dewleta Tirk were lêpirsîn, pêvajoya qetilkirina her sê jinên şoreşger weke sûcê şer were destgirtin, yê ku qetlîam plan kirine, qatil, hevkarî û hemû hêzên li pişt vê qetlîamê bê lêpirsîn û ronîkirina vê komploya navnetewî xwedî girîngiyek pir mezin e. Bi vê wesîleyê ve di 9’ê Çileya 2016’an de li paytexta Parîs a Fransayê di aktîvîteyên di hefteya meha yekem a Çileyê de bi hedefa ku doz bi awayek herî mafdar pêk were. Di çarçoveya van aktivîteyan de banga xwe ya ji bo ‘ Edalet û Ronîkirinê’ li qadan bilind bikin.
‘YÊN KU BÛNE SEDEMA QETLÎAMÊ, POLÎTÎKAYÊN BI XWÎN ÊN AKP’Ê NE’
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser van xûsûsan:
“ Wek bi salan e hevkariya AKP-DAÎŞ’ê tînin ziman, gelê Fransayê di 13’ê Mijdarê de rastî qetlîamê hat û 132 kesan jiyana xwe ji dest dan û berdewamiya pêvajoya qetilkirina her sê jinên Kurd ên şoreşger dibînin. Ji ber ku polîtîkayên bi xwîn ên AKP’ê yên Rojhelata Navîn bûne sedema qetlîaman. Di roja me ya îro de polîtîkaya bi xwîn her herêma Kurdistanê xistiye nav xwînê. Ji bo me, qetlîama 9’ê Çileyê, Enqere, Sûr, Pirsûs, Cizîr, Sîlopiya, Nisêbînê û Şirnexê, çi qetlîama 13’ê Mijdarê ya Parîsê heman e. Pêvajoya ku bûye sedema qetilkirina 132 kesan, îro ya li Kurdistanê tê jiyîn û 9’ê Çileyê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji wê pêvajoyê ne cudaye. Em carek din li hember faşîzma AKP-DAÎŞ’ê ji dewleta Fransa daxwaza bi berpirsiyartî tevgere dikin. Bang li gelê Fransa dikin ku li hember vê hovîtiyê bi awayekî aktîf têkoşînê bimeşînin. Dengê Sakîne Cansiz li ser nave hemû mirovahiyê dengê di mirovahiyê de israr kirinê ye. Yê ku guh bide vî dengî, wê navê wan di mirovahîbûnê de israr dike bimîne.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî qetlîamê di kesayeta her sê jinan de, 9’ê Çile ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurd weke roja ‘ Di jiyana Azad de Israr, Roja Yekgirtina Jinan a Navneteweyî’ hatiye pejirandin û wiha hat diyarkirin:
‘EM Ê EDALETÊ BI DESTÊ XWE PÊK BÎNIN; YEKGIRTINA XWE MEZIN BIKIN’
“9’ê Çileyê ji bo hemû jinên cîhanê li hember cînsiyetparêziyê, milîtarîzmê, nîjad, bê edaletiyê, mêtingeriyê, li hember êrîşên sîstema kapîtalîzmê, roja têkoşîna me ya hevpar e. 9’ê Çileyê, li hember êrîşên hêzên komploger ên li ser jinan, gelê me û nirxên mirovahiyê di navê yekgirtinê û di azadiyê de israrbûna me ye. Hemû dîwarên ji aliyê sîstema desthilatdariya zilam ve hatiye avakirin, roja sînor parçekirin û derbaskirinê ye. Roja avakirina jiyanek azad, wekhev û biryardariyê ye. Li hember tevahî sîstema desthilatdariya zilam, berxwedana Rozayan, Sarayan, Rojbînan, Ekîn Wanan, Arîn Mîrkanan, Ozgecan Aslanan roja hevdîtina me ye. 9’ê Çileyê, ji bo me roja ji xwediyê sîsteman hesab xwestinê ye… roja edaletê bi destê xwe, keda xwe û roja soza pêkanînê ye. Me navên hêzên komploger ji bîr nekirine û em ji bîr nakin jî. Hemû jin, dost, bi azadî, wekhevî û yên ji demokrasiyê bawer dikin, berxwedana xwe û têkoşîna xwe bilind bikin! Yekgirtina xwe ya navneteweyî mezin bikin!”
‘ DIVÊ BI HEZARAN BIHERIKIN PARÎSÊ’
Di daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE) wiha da da xuyakirin: “Hevrêyên me Sara,Rojbîn û Ronahî yên di 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, berpirsiyarên qetlîamê şermezar dikin, divê berpirsiyar werin aşkerakirin û li pêşiya mirovahiyê hesab jê were xwestin, ji bo silavkirina xwerêveberiyê û berxwedanê û protestokirina faşîzma AKP’ê, wê 9’ê Çileya 2016’an li navenda Parîsê meşek were lidarxistin. Bi beşdariya dostên me û hêzên şoreşger, em banga yekgirtina bi jinan û gelê Kurd re dikin. Ji bo vê bi hezaran kes bi bawerî û zanebûn wê rojê biherikin Parîsê.”
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger wê 9’ê Çile 2015’an roja Şemiyê saet 10:00’an li navnişana Gara Dû Nord kom bibin.