‘Divê em barîqat û xendekan li Tirkiyeyê jî ava bikin”

Ji rêveberên MLKP’e ya Rojava, Serhat bang li derdorên çep-sosyalîst û gelê Tirkiyeyî kir ku piştevaniya gelê Kurd bikin.

Ji rêveberên MLKP’e ya Rojava, Serhat bang li derdorên çep-sosyalîst û gelê Tirkiyeyî kir ku piştevaniya gelê Kurd bikin. Serhat wiha axivî: “Em ji demek wiha re derbas dibin ku divê hêzên çep, şoreşger-demokratîk ên li Tirkiyeyê dengê zêdetir bilind bikin, zêdetir bibin yek. Divê em li rojava, berxwedana ku gelê Kurd mezin kiriye, mezin bikin û xweparastinê pêk bînin. Êdî ji derveyî avakirina xendekan li eniya Tirkiyeyê pê ve ti rêyên din nemaye.”

 ‘DIVÊ XENDEK Û BARÎKATÊN LI KURDISTANÊ LI ROJAVA JÎ BÊN AVAKIRIN’

Serhat destnîşan kir ku înfazên kolanan û qetlîam bûye tarza kevneşopiya faşîzma AKP’ê, wiha domand: “Li hember vê tarza kevneşopiya faşîzma AKP’ê , li tevahî qadan, kolanan ji derveyî bilindkirina barîqatên xweparastinê, li eniya Tirkiyeyê avakirina xendekan pê ve ti rêyên din nemane. Eger em dixwazin faşîzma AKP’ê rawestînin, em dixwazin pêşiyê li qetilkirina gelên me û mirovên me bigirin, ger em dixwazin ji saltanata wan a paşverû re bibêjin ‘raweste’, divê em li rojava jî wek berxwedana gelê Kurd mezinkirî, em jî berxwedanê bilind bikin û xweparastinê pêk bînin.”

‘YELÎZ Û ŞÎRÎN JI BER DENG DAN GELÊ KURD HATIN QETILKIRIN’

Serhat got, “Hevalên me Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ji ber li dijî şerê qirêj û bi xwînî yê faşîzma AKP-DAIŞ’ê, zilma AKP’ê ya li ser gelê me têkoşiyan e, nemir bûne” û wiha berdewam kir: “Ew jinên komunîst bûn ku li cem daxwazên xwerêveberî, azadiyê yên gelê Kurd cih girtin. Ew ji ber vê sedemê, ji ber qetlîamên li dijî pêşengan hatin şehîdkirin, qetilkirin.

 ‘DIVÊ BERSIV NE BI YÊN MEXDÛRBÛNÊ BIN; DERKEVIN KOLANAN’

Li Pirsûsê, Enqereyê komkujî pêk hatin. Derdorên demokratîk şoreşger ên li Tirkiyeyê tenê xwestin bi mexdûriyetê ve bibin bersiv. Ev nabe, nayê qebûlkirin. Ji ber vê jî rewşa gelê Kurd jî nayê fêmkirin. Lewre ji bo bêdengî ji holê rabe, divê dengê xwe bidin dengê gelê Kurd ên ku bombe bi ser malên wan de dibarin, li ser wan dibarin. Lewma divê bê dîtin ku tenê rê ji daketin kolanan re derbas dibe.”

‘BI ŞERMEZARKIRINÊ HÛN NIKARIN ASTENG BIKIN’

Serhat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e civaka Tirkiyeyê bibîne ku li Kurdistanê tenê barîqatên xweparastin û xwerêveberiyê bilind nabin. Li wir di heman demê de rêzdariya cewherî jî bilind dibe! Xwebawerî û rêzdariya dide xwe jî gel li wir bilind dike. Pêwîst e gelên Tirkiyeyê di serî de barîqatên rêzdayina xwe bilind bikin.”