Li Stockholmê qetlîamên dewleta Tirk hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li paytexta Swêdê Stockholmê bi pêşendanekê ve hat protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li paytexta Swêdê Stockholmê bi pêşendanekê ve hat protestokirin.

Kurdên bi banga KNK’ê (Kongreya Neteweya Kurdistan) li Qada Medborgarplatsen hatin cem hev, êrîşên hikûmeta AKP’ê û welatên rojavayî yên li hember van qetlîamana bêdeng dimînin protesto kirin. Banga li dijî qetlîamên dewleta Tirk helwestgirtinê li Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom hat kirin.

Ji KNK’ê Karwan Saîd destpêkê axivî, diyar kir ku Erdogan û AKP’e pêvajoya aştiyê bi dawî kiriye û li dijî gelê Kurd dest bi şerekî topyekun kiriye. Bi bîr xist ku Erdogan ji bo karibe Têkoşîna Azadiya Kurd bitepisîne û piştgiriya Yekitiya Ewropa bigire, penaberên Sûriyeyî wek amûrê şantajê bikar aniye. Saîd herî dawî wiha got: “Dewleta Tirk ev pereyên ji Yekîtiya Ewropa digire di şerê li dijî Kurdan bikar tîne.” 

Li ser navê PJAK’ê Josef Soltanî jî bal kişand ser mudaxeleyên hêzên emperyalîst ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên piştî berxwedana gelê Kurd a li Kobanê, got, ev ne ji bo piştgiriya gelê Kurd, tenê ji bo para xwe karibin ji pastayê bigirin pêk tînin.

Soltanî rexneyên tund ji bo hikûmeta Swêdê kir, banga hewldanên ji bo sekinandina qetlîamên li Kurdistanê li Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom kir.

Di pêşendanê de Dayikên Kurd, rayedarên Partiya Komunîst a Îranê jî axaftinên lanetê li dewleta Tirk dibarîne kirin, dirûşmên, “Dewleta Tirk Ji Kurdistan Biceheme”, “Qatil Erdogan” û “Bimre Faşîzma Dewleta Tirk” hatin berzkirin.

...