Destpêkê Heron piştre topbaran

Di encama bombeavêj û topbarana dewleta Tirk a li dijî Taxa Cûdî ya Cizîrê ku bi Heronan hat keşfkirin de malek şewitî.

Di encama bombeavêj û topbarana dewleta Tirk a li dijî Taxa Cûdî ya Cizîrê ku bi Heronan hat keşfkirin de malek şewitî.

Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrîşên qetlîamê lê didomin, piştî nîvro bi pêgerên hewayî yên bê mirov ên Heronê keşf hat kirin. Piştî kêliyekê ku Heron ji ser taxê dûr ket, tax girtin bin topbaranê û bombeavêjan. Di encama êrîşan de windahiyan canan çênebû, di qatê herî jor ê avahiya 7 qatî de şewat çêbû.

Ji ber êrîşên zêde ên bi top û bombeavêjan ên li ser taxê, mudaxele pêk nayê.