M. Nazîf Aktaşê PKK’yî hat bibîranîn
Mustafa Nazîf Aktaş ê PKK’yî ku 23’ê Kanûnê 1985’an li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora wî ya li Goristana Pere Lachaîse hate bibîranîn.

Mûstafa Nazîf Aktaş ê PKK’yî ku dema propagandayê PKK’ê dikir ji aliyê komên şovenîst nîjadperest ên Tirk bi awayekî bi plan 23’ê Kanûnê 1985’an hatibû qetilkirin. Gelek Kurdistanî tevlî merasîma di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê bûn.
Merasîma li Goristana Pere Lachaîse bi rêzgirtinê destpêkir, di axaftinan de wiha hat gotin: “M. Nazîf Aktaş mirovekî dilnizm, fedakar bû, her wiha hevalê pêşeng û ji dil û can ê Kurdistaniyan bû. Ala ku Aktaş di meşa şoreşa Kurdistanê de hiştibû, ji aliyê hevalên wî ji wê dîrokê heta îro li asoya ye.”