Li Swîsre jinên Kurd careke din li qadan bû
Jinên ku li 2 bajarên Swîsreyê daketin qadan, berxwedanên li Kurdistanê silav kirin, polîtîkayên qetlîamê yên AKP’e û Erdogan protesto kirin.

Li Swîsreyê çalakiyên protestokirina dewleta Tirk didomin. Jinên li bajarên Zurîh û Wînterthûr ên Swîsreyê daketin qadan, êrîş û qetlîamên di pêşengtiya Qesr û AKP’ê de li ser xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê dimeşin protesto kirin, berxwedana gelê Kurd jî silav kirin.
ZURÎH
Jinên di pêşengiya Meclîsa Jinan a Berîtan a Zurîhê li Bahnofstrasse hatin cem hev, li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. Jinan li pişt pankartên ku qetlîamên li Kurdistanê lanet dikirin nêzî saetekê çalakiya rûniştinê li dar xistin, di çalakiyê de bi lazkeyên reş devê xwe girtin, bi vê ve bal kişandin ser bêdengiya Ewropa ya li hemberî qetlîamên li dijî Kurdistanê.
Çalakiya komek Swîsreliyan jî piştgirî danê de, dirûşm ku lanetê li dewleta Tirk dibarînin hatin ziman, belavokên têkîldarî mijarê hatin belavkirin.
WÎNTERTHUR
Li bajarê Wînterhûr ê Swîsre jî di pêşengiya Komuna Jinan a Arjîn Garzan de jin li Maktgasse hatin cem hev, li vir stand vekirin û têkîldarî bûyerên li Kurdistanê agahî dan welatiyan.