Li Parîsê TJK-E û SKB’ê çalakiya rûniştinê li dar xist

Jinên ku li Parîsê hatin cem hev, qetlîamên li Kurdistanê û înfazkirina şoreşgeran protesto kirin.



Jinên ku li Parîsê hatin cem hev, qetlîamên li Kurdistanê û înfazkirina şoreşgeran protesto kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) de qetlîamên li ser Kurdistanê û her wiha qetilkirina Yelîz Erbay û Şîrîn Oter hatin protestokirin.

Li Gare du Nord a Parîsê nêzî sed jinî çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiya ku berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin de wêneyên Yekîz Erbay, Şîrîn Oter her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin rakirin.

BANG LI RAYA GIŞTÎ YA FRANSIZ HAT KIRIN

Di çalakiya ku dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” dihat berzkirin de axaftinên balê dikşîne ser hevkariya AKP-DAIŞ’ê hatin kirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku raya giştî ya Fransa li hember qetlîamên li ser Kurdistanê bê deng nemîne, têkîldarî xwerêveberî û qetlîaman belavok hatin belavkirin.

...