Ji bo Sûrê banga lezgîn

DBP’ê ji bo gelê Sûrê yê di bin êrîşên dijwar ên dewleta Tirk de ne, banga çalakiyên lezgîn kir.

DBP’ê ji bo gelê Sûrê yê di bin êrîşên dijwar ên dewleta Tirk de ne, banga çalakiyên lezgîn kir. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê Alî Şîmşek destnîşan kir ku gelê Sûrê bi qetlîaman re rû bi rû ye, wiha got: “Ji bo em li dijî qetlîaman bisekinin em banga çalakiyên lezgîn li gelê xwe dikin.”

Hêzên dewletê yên ku ev 22 roj in navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê girtine dorpêçê, êrîşên xwe dijwartir kirin. Ji bo gelê Sûrê ku bi qetlîamê re rû bi rû ne, ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bana lezgîn hat kirin. Hevserokê Giştî yê Rêxistina DBP’ê Alî Şîmşek ji bo Sûrê daxuyanî da, destnîşan kir ku li Sûrê êrîş dijwar bûne. Şîmşek got, “Nahêlin cenazeyan derxînin derve. Tê diyarkirin ku birîndar hene û tedawiyên wan nayên kirin. Dorpêç bi çekên giran ve didomin “ û ragihand ku mal bi tank û topan tên bomberdûmankirin.

‘LI SÛRÊ QETLÎAMEK MEZIN DIBE PÊK WERE’

Şîmşek cîdiyeta rewşê bi gotinên, “Li Sûrê wehşet heye. Îşev qetlîamek mezin dibe pêk were” anî ziman, destnîşan kir ku ji bo şkandina êrîş û dorpêçan mezinkirina berxwedanê pêwîst e. Şîmşek bi bîr xist ku li dijî êrîşan sekinandin wezîfeyek wijdanî û exlaqî ye, bang li tevahî gelê Amedê kir ku ji bo Sûrê hişyar bin. Şîmşek wiha axaftinê xwe bi dawî kir: “Ji bo em li dijî qetlîaman bisekinin, em îşev banga lezgîn a ketina tevgerê li tevahî gelê xwe dikin.”