Kerboranî li axaftina Ocalan guhdarî dikin!
Li Kerboranê, ji hoparlorên ku "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, niha gel li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî dike.
Li Kerboranê, ji hoparlorên ku "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, niha gel li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî dike.
Di roja 13. a terora dewleta Tirk de li Kerboranê, ji hoparlorên ku "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, niha gel li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî dike.
Gelê Kerboranê, ji bo dorpêç û qedexeyan bişikîne li taxên Saray û Tepebaşiyê çalakiya rûniştinê kir. Welatî gelek caran dirûşmeya "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî berxwedana Kerboran" berz kirin. Li ser navê welatiyan, Gule Kaya axivî û got dewlet hewl dide bi êrîşan wan koçber bike. Kaya diyar kir ku gelê Kurd roj bi roj hevgirtina xwe û berxwedana xwe xurttir dike û wiha axivî: "Eger tank û topên wan hebin, ên me jî tilîlî û bendên me hene. Em bimirin jî em ê li ser axa xwe bimirin. 13 roj in qedexe berdewam dike. Em na ew ê bibin dîlê vî şerî."
Dema çalakiya rûniştinê berdewam dikir, ji hoperloran bi yek carî re dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bihîstin. Gel dengê Ocalan bi coş pêşwazî kir. Axaftina Ocalan a li ser berxwedana gelê Kurd û ji nirxandinên wî yên demên cûda hatiye amadekirin, bû sedema dirûşmeyên "Bijî Serok Apo". Welatiyên Kerboranê li ber şibake û li şaneşînên xwe li dengê Ocalan guhdarî dikin. Car caran, dengê tilîlî, çepik û dirûşmeyan ket nav dengê Ocalan.
Li navçeyê berxwedana gel dewam dike.