Li Nisêbînê ceryan, înternet û telefon hatin birîn
Li navçeya Nisêbînê ku berxwedana gel dewam dike, ceryan, înternet, telefon jî hatin birîn. Ji ber êrîşan li hin taxan av jî tine ye.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ku berxwedan di roja 10. de ye, hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî êrîşî taxan dikin. Gel bi çalakiya dengderxistinê, slogan û tîlîliyan ve li dijî êrîşan helwasta xwe nîşan dide.
Li navçeya ku dorpêç dewam dike hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bikişînin trafoyên ceryanê û depoyên avê gulebaran dikin û gel ceza dikin. Duh şevê piştî ku trafoyên ceryanê û depoyên avê hatin hedefgirtin tevahiya navçe di tariyê de ma. Li gelek taxan jî ji ber êrîşan av jî tine ye. Li gelek deverên navçeyê xetên telefon û înternetê jî hatine qutkirin.