Şirnexê banga xwedîderketina berxwedana Botanê kir
Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajarê Şirnexê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ve banga xwedîderketina berxwedana Botanê kir.

Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajarê Şirnexê ji bo xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyê yên Cizîr û Silopiyayê û protestokirina êrîşên li dijî gel, li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajar daxuyaniyek çapemeniyê li dar xistin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Emîn Cengîzoglû hat dayin. Cengîzoglû wiha got: “Em ê wek gelê Kurd li dijî van zext û qetlîamên zalimane, berxwedanek dîrokî raber bikin. Kesên dibêjin wê paş de gavan bavêjin bila li dîroka me binêrin, xwe nexapînin. Em ê serî netewînin. Di vê pêvajoya dîrokî de banga me ji hêzên demokrasî yên Tirkiyeyê, rêxistinên civaka demokratîk û tevahî mirovên me yên welatparêz ên xwedî wijdan re ew e ku piştgiriya berxwedana gelê Kurd bikin.”
Cengîzoglû bang li her kesî kir ku li qadên xwe xwedî li berxwedanên Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê derkevin.