HSD’ê li başûrê Kobanê dest bi pêngavê kir/ HAT NÛKİRİN
Fermandariya Giştî ya HSD’ê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir.
Fermandariya Giştî ya HSD’ê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir.
Fermandariya Giştî ya HSD’ê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da xuyakirin ku li başûrê Kobanê dest bi pêngavê kiriye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê operasyona xwe ya li başûrê Kobanê ragihand.
Daxuyanî ji aliyê Bedevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ve hate xwendin. Li wir Nûnerên YPG, YPJ û hemû tabûrên leşkerî yên di bin sêwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de amade bûn.
Daxuyaniyê wiha got:
“Ji bo raya giştî û gelê me yê Sûriyeyê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di nava xwe de hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ya azad hembêz dike ji bo yekîtî û bi dawîkirina rewşa heyî, her wiha ji bo danîna stratejiyeke xurt a rizgarkirina Sûriyeyê û parsatina gelê li hemberî zordarî û terorê hatiye avakirin. Armanca me ew Sûriyeke Demokratîk û pir alî were ava kirin, dadwerî pêk were, azad û rûmeta gelê Sûriyeyê were parsatin di nav de hemû pêkhate mafên xwe yên rewa bi dest bixin û bi nasname, fikrên xwe hebûna xwe derxin.
Di vê demê de li qada Sûriyeyê gelek pêşketinên girîng çêdibin, hêzên navnetewî û herêmî destwerdanê dikin. Li hemberî vê yekê jî wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk em ê riya xwe ya têkoşîna li dijî terorê heta azadî û dadweriya Sûriyeyê bi domînin.
Me berê jî soz dabû we, em ê tevahiya xaka Sûriyeyê ji qirêjiya komên terorîst paqij bikin û gelê xwe ji zordarî û terorê xelas bikin. Ji bo serkeftinên mezin Başûrê Hesekê hatine kirin, dewam bikin li ser bingeha xeta xwe em îro berdewamiya operasyona xwe ya leşkerî ya di çarçoveya rizgarkirina tevahiya xaka welat (Sûriye) de ji komên çete û terorîst radigihînin.
Di van operasyonan de ev hêz dê cihê xwe bigrin:
Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Lîwa El-Tehrîr, Tabûrên Şems El-Şemal, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Kombûna Tugayên Cizîrê û Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê.
Em îro radigihînin ku operasyona me li gundewarê Başûrê Kobanê destpê dike. Ev operasyon dê heta rizgarkirina tevahiya herêmên Başûrê Kobanê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst hatine dagirkirin, her wiha heta ku aramî û ewlehî pêk were dê bidomin.
Em bang li tevahiya gelê xwe yê Sûriyeyê û Başûrê Kobanê dikin ku alîkariyê bidin hêzên me da wan ji zordariya DAIŞ’ê xelas bikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêza we ya niştîmanî ye, ji ber vê yekê piştgiriyê bidin vê hêzê û tevlî bibin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk”