Li Silopiya topên dewletê malek din şewitandin
Li Silopiyayê di encama topbarankirinê ya ji hêla hêzên dewleta Tirk ve mala welatiyekî şewitî. Piştî pêketina agir mal hilweşiya.
Li Silopiyayê di encama topbarankirinê ya ji hêla hêzên dewleta Tirk ve mala welatiyekî şewitî. Piştî pêketina agir mal hilweşiya.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bomberdûmana hêzên dewletê berdewam dike. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bişkînin û pêş bikevin, malên welatiyan topbaran dikin. Bi dehan tank û wesayîtên zirxî yên li ser girê Elîhemsê hatine bicihkirin ve taxên Başak, Nûh, Cûdî, Yenîşehîr û Barbarosê bomberan dikin.
Heta niha di encama bombebaranê de bi sedan xanî hatin hilweşandin û şewitandin. Îro jî li nêzî Dibistana 23 Nîsanê ya li Taxa Barbarosê topa tankê li mala welatiyekî ket. Di encama topbaranê de agir bi malê ket. Ji ber êrîşên dijwar, welatî nikarin biçin agir vemrînin. Piştî şewatê mal bi tevahî hilweşiya.
Li navçeya bombebaran didome, gel bi biryar e ku hêzên dewleta Tirk nexe taxên xwe û berxwedana xwe bidomîne.