Sariyildiz: Pêwîst e berxwedan û yekîtî mezin bibe; daxuyanî têrê nake
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, diyar kir ku êrîşên li hember Cîzîrê bi dijwarî didomin, got: “Planek mezin a dewleta Tirk a qetlîamê heye, lê berxwedana gelê me pêşî lê digire.”
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, diyar kir ku êrîşên li hember Cîzîrê bi dijwarî didomin, got: “Planek mezin a dewleta Tirk a qetlîamê heye, lê berxwedana gelê me pêşî lê digire.”
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz, diyar kir ku êrîşên li hember Cîzîrê bi dijwarî didomin, got: “Planek mezin a dewleta Tirk a qetlîamê heye, lê berxwedana gelê me pêşî lê digire.”
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li Cîzîrê, têkildarî rewşa dawî û bîlançoya şer a dewleta Tirk dide meşandin ji ANF’ê re ragihand.
‘AGAHIYÊN DEWLET PARVE DIKE DEREW IN; SIVÎL TÊN QETILKIRIN’
Sariyildiz da xuyakirin ku têkildarî bîlançoya êrîşên li Cîzîrê yên nûçeyên Fermandariya Giştî ya Tirk û ajansên nûçeyan diweşînin, derew in. Di encama êrîşên bi rojan hat domandin, 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Sariyildiz ev agahî parve kir: “ Ji yên hatin qetilkirin 5 ji wan jinên ku xwedî zarok û mal bûn. Di nav wan de yên 30 salî û 70 salî jî hebû. Ji zilaman 6 kes zewicî û xwedî zarok û mal bûn. Di nava van de zarokek di zikê dayika xwede jî hat qetilkirin û 3 kes jî ne zewicî bûn.
Di nava van welatiyên nezewicî de zarokên 15 salî jî hebû.”
‘DEWLET DITIRSE’
Sariyildiz bal kişand ser dewleta Tirk a ku dixwaze bûyerên li Cizîrê sergirtî pêk bîne û ji bo dema pêş hesabên qetlîamên sivîlan ne de, van bilançoyên derew parve dike. Wisa hesab dike ku hêzek bi xurt heye, di çapemeniyê de tabloyek nû dide avakirin.
‘GEL QETLÎAMAN ASTENG DIKE’
Sariyildiz destnîşan kir ku li Şirnexê terora dewleta Tirk heye, bi anonsan bang li gel dikin ku ji malên xwe derkevin. Sariyildiz wiha got: “Bi hezaran welatî tevî êrîşên dijwar ên li ser taxan jî malên xwe naterikînin. Armanca dewleta Tirk, li taxên Dîcle, Yafes, Cûdî û Sûrê welatiyan zorî koçberiyê bike ye. Lê gelê me bi sekna xwe û berxwedana xwe asteng dike.
Gelê me mal û taxên xwe naterikînin û pêşiya planên qetlîamê digirin.”
‘GELÊ ME DIVÊ BIHERIKE KOLANAN, DAXUYANIYAN TÊR NEBÎNE’
Sariyildiz wiha got: “Li ser vî bingehî hemû gelê Botan û Kurdistanê derkevin kolanan û xwedî li berxwedana Cîzîr derkevin û piştgiriyê bidin gelê me yên li herêmên din. Xwedî li berxwedanê derkevin.
Sariyildiz aşkera kir ku gel bi çalakiyên ji rêzê berxwedanê têr nebîne, gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji vê saetê û şûn de bi daxuyaniyên çapemeniyê nabin bersiva pêvajoyê.