Şervanên YPG/YPJ'ê êrîşên çeteyan şikandin

YPG’ê ragihand ku çeteyên li Kobanê, Cizîrê û Helebê êrîş kirin li hemberî berxwedaniya şervanên wan reviyan.

Li gorî agahiyên malpera fermî ya YPG’ê, saet di 13.30’an de çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qereqozaq ê dikeve başûr-rojavayê Kobanê.

Di saetên şevê de çeteyan li başûrê Hesekê hewl dan êrîşekê lidar bixin, lê şervanên YPG’ê di cih de li ser van çeteyan ku dixwestin bikevin gundê Melebiyê yê dikeve başûrê Hesekê girtin. Piştî şerekî demkurt çeteyan xwe li hemberî berxwedaniyê YPG’ê negirtin û ji wê qadê reviyan.

Di saetên şevê de komên çete li dijî taxa Şêxmeqsûd a  bajarê Helebê bi çekên giran êrîş kirin. Şervanên Yekîneyên Parastinê yekser bersiva çeteyan dan û êrîş pûç kirin.