Li Nisêbînê gel li hember êrîşan li ser piyan e
Li Nisêbînê her ku diçe êrîş zêde dibin, gel tevahiya rojê li hember dengê çekan ji çar aliyan ve daket kolanan û li ber xwe da.
Li Nisêbînê her ku diçe êrîş zêde dibin, gel tevahiya rojê li hember dengê çekan ji çar aliyan ve daket kolanan û li ber xwe da.
Li Nisêbînê her ku diçe êrîş zêde dibin, gel tevahiya rojê li hember dengê çekan ji çar aliyan ve daket kolanan û li ber xwe da. Welatî li hember êrîşan kolanan vale nake, li dijî tîmên taybet ên Tirk ketin xweparastinê.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ev 6. car e qedexe lê hat îlankirin. Li tevahiya navçeya Nisêbînê qedexeya kolanan di roja 9. de bi êrîşan didome. Polîsên Tirk ên çar aliyê Nisêbînê dorpêç kirine, li hember gel êrîşên xwe didomînin, gel jî li hember êrîşan berxwedana xwe bi awayek pir xurt didomîne. Tevahiya rojê êrîş li hember taxên Firat, Abdulkadirpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê zêde bûn, bi taybet piştî qetilkirina 2 kesan êrîş dijwartir dibe û didome. Wesayîtên zirxî yên polîsên Tirk ên li ser rêya Îpekê, herêma Newroz û rêya Çagçagê tevahiya rojê tax rasterast dan ber gulebaranê. Piştî êrîşan gel di saetên şevê de daket kolanan û çalakiya dengderxistinê li dar xist. Welatiyên ku li taxa Firatê agir pêxistin û kom bûn, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” qîr kirin û berxwedan domandin.
Li taxên Zeynelabidîn û Kişlayê yên êrîş lê zêde bûne jî wesayîtên zirxî tevahiya rojê kolan dan ber guleyan. Li hember dengê çekan ên tevahiya rojê jî gel berxwedan kir. Polîsên tîmên taybet ên Tirk li hember berxwedana gel bi neçarî paş de kişiyan, gel jî daket kolanan û çalakiya dengderxistinê pêk anî. Parlamenterên HDP’ê Gulser Yildirim û Tugba Hezer jî piştgirî dan çalakiyê.
BI ROKETÊ ÇALAKÎ LI DIJÎ KEPÇEYA ZIRXÎ PÊK HAT
Di encama hedefgirtina trafoyên elektrîkê de elektrîka taxan hat qutkirin. Ji ber gulebarana Ii ser taxa Zeynelabidîn, malên gel û boriyên avê ziyan dîtin, li dijî kepçeya zirxî ya dixwest bikeve taxê, çalakiyek bi roketê hat lidarxistin. Piştî çalakiyê kepçe bêkêr bû.
Welatiyên li hember êrîşan li taxên Devrîm û Barişê kom bûn, polîsên tîmên taybet ên Tirk bi bombeyên gazê êrîş kir. Welatiyên li kolanan belav bûn, berxwedana xwe didomînin.
LI NISÊBÎNÊ SEWQIYAT
Li aliyê din jî li Nisêbînê li taxên ku berxwedan lê didomin pêgerên Drone, keşfê dikin. Hat ragihandin ku ji aliyê Rihayê ve gelek wesayîtên zirxî sewqî Nisêbînê hat kirin.
Li gorî agahiyan Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ji aliyê polîsên tîmên taybet ên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û bi dehan wesayîtên zirxî di baxçeyê nexweşxaneyê de kom bûne.