Li Amedê êrîşa polîsan: 2 ciwan hatin qetilkirin/HAT NÛKIRIN

Ciwanê bi navê Şiyar Baran ê di encama êrîşên polîsan ên li ser Seyrantepeyê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Îro li Amedê polîsan êrîş birin ser girseya ku hewl da bimeşe Sûrê. Ji ber êrîşan li gelek nuqteyan pevçûn qewimîn. Ciwanê bi navê Şiyar Baran ê di encama êrîşên polîsan ên li ser Seyrantepeyê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Hasirli kesekî ku navê wî nehate zelalkirin jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn.

Şiyar Baran ê di encama êrîşên polîsan ên li ser Seyrantepeyê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Sûr a Amedê ku ev 21 roj in di bin dorpêça hêzên dewleta Tirk de rastî terora dewletê tê, kesek din hat qetilkirin. Hate ragihandin ku li Taxa Hasirliyê kesekî ku navê wî nehatiye zanîn bi guleyê birîndar bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê kesê jiyana xwe ji dest daye, li taxê tê rawestandin.

...