Polîsên berxwedan neşkandin, êrîşî nexweşan kirin
Polîsên Tîmên Taybet ên Tirk li navçeya Nisêbinê nekarîbûn berxwedana gel bişkînin, êrîşî nexweşan kirin.
Polîsên Tîmên Taybet ên Tirk li navçeya Nisêbinê nekarîbûn berxwedana gel bişkînin, êrîşî nexweşan kirin.
Polîsên Tîmên Taybet ên Tirk li navçeya Nisêbinê nekarîbûn berxwedana gel bişkînin, êrîşî nexweşan kirin. Polîsan Tirk êrîşî Omer Aydin (55) ku nexweşê tansiyonê ye kirin, welatiyan di bin paçê spî de rakirin nexweşxaneyê û her wiha polîsan trafoyê taxê jî teqandin.
Li navçeya Nisêbinê rêveberiya awarte di roja 9. de berdewam dike. Li gel hemû êrîşên dijwar ên polîsan, gelê Nisêbinê li dijî zext û zordariyan li ber xwe didin. Polîsên nikarin berxwedana gel bişkînin vê carê bi çekan êrîşî nexweşan dikin. Polîsan serê sibê li Nisêbînê 2 welatî qetil kirin. Dema li kolana Kordon a Taxa Firatê nexweşê 55 salî yê tansiyonê Omer Aydin bi paçên spî rakirin nexweşxaneyê polîsên tîmên taybet ên Tirk bi çekan êrîş pêk anîn. Polîsan, Aydin bi guleyan ji milê wî birîndar kirin.
Aydin ê birîndar bû, cîranan bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat diyarkirin ku rewşa Aydin baş e.
Li aliyê din jî polîs trafoyê taxê gulebaran dikin, elektrîka welatiyan qut dikin, bi armanca ku welatî ji tax û warên xwe koçber bibin pêk tînin. Polîsan li taxên Kişla û kolana Onder ê ku bi wesayîtên zirxî li kolanan rawestiyane û bi wesayîtên zirxî li ser trafoyan guleyan dibarînin.
Welatiyekî ku nexweş navê xwe ne da, diyar kir ku serê sibehê polîsan xaniyê wî bi panzêr û wesayîtên zirxî hilweşand û dema li Walî geriyaye jî, walî jê re gotiye "Operasyon heye normal e". Welatî da zanîn ku ji ber pêkanînên polîsên Tirk neçar mane ku li gel zarokên xwe bin û ji xanî derkevin.