Gok a ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hat veşartin
Dayika 4 zarokan Emîre Gok a 39 salî, ku duh êvarê li Nisêbînê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, cenazeyê wê îro li gundê Bawernê hat veşartin.
Dayika 4 zarokan Emîre Gok a 39 salî, ku duh êvarê li Nisêbînê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, cenazeyê wê îro li gundê Bawernê hat veşartin.
Dayika 4 zarokan Emîre Gok a 39 salî, ku duh êvarê li Nisêbînê bi guleyên ji maşîna zirxî ya li Taxa Girnavasê hat reşandin jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê, rêveberên DBP-HDP'yî û girseya gel ve bi merasîmekê li gundê Bawernê hat veşartin. Di merasîma cenazeyê Gok de dirûşmên "Bijî Berxwedana Nisêbînê" hatin qîrîn.