Li Lozan û Zurîchê qurbaniyên komkujiyan hatin bîranîn

Li bajarê Swîsre Zurîch û Lozanê, qurbaniyên komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî hatin bîranîn.

Li Zurîchê, di panela ji aliyê ÎDGB ve hat organîzekirin de, nûnerê DEM-KURD'ê piştî deqeyeke rêzgirtinê mafê axaftinê girt û da zanîn ku komkujiyên mîna ya Roboskî îro jî li Kurdistanê tên kirin.

A. Bûlût ê şahidî ji Komkujiya 19'ê Kanûnê re kir da xuyakirink u komkujiyên dewleta Tirk li girtîgehan dike, li Amed, Eskîşehîr û Bûrdûrê jî hînê didome.

Nivîskar-lêklîner Azîz Tûnç jî ragihand ku komkujiya li Mereşê hat kirin, ji bo pêşîgirtina li tevgera şoreşger a li Tirkiyeyê bû. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

'JI BILÎ BERXWEDANA MÎNA YA KURDISTANÊ, TI RÊ NÎNE'

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Lozanê jî, der barê komkujiyan de duh çalakiyek lidar xist. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser komkujiyan, nûnerên ÎGÎF û DEM-KURD'ê axivîn. Di axaftinan de hat ragihandin ku komkujî rastiya dîroka Tirkiyeyê ye û hat gotin, "Ji bilî berxwedana gelên îro li Kurdistanê li ber xwe didin, ti rê nîne." Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê li dijî faşîzmê li kolanan çalakî werin lidarxistin.