Maşîna rizgarkirina tankê şandin Sûrê

Li Sûrê qedexeya derketina derve di roja 20. de ye. Artêşa Tirk ku bi hezaran leşker û polîsan nikare bikeve nava taxan, herî dawî ji bo rakirina tank an jî maşînên xwe yên zirxî yên derb xwarine, maşîna rizgarkirina tankan şand navçeyê.

Piştî îlankirina qedexeya derketina ya li Sûrê, operasyonên hêzên çekdar ên dewleta Tirk bê navber dewam dikin. Artêşa Tirk a ku di roja 20. a operasyonê de nikare bikeve nava taxan, bi tankan li bendên li navbera taxan didin.

Ji ber topbaranê, şewat li gelek malên li taxan derket. Herî dawî avahiyek ji 3 qatan a li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf ji ber topbarana tankan hilweşiya. Ji ber ku di malê de kesek tinebû, tiştek bi kesî nehat.

Di vê navberê de, dewleta Tirk a ku windahiyên xwe yên di operasyonan de vedişêre, duh ji bo rizgarkirina tank û maşînên xwe yên zirxî yên derb xwarine, maşîneke rizgarkirina tankan a bi tîma M88A2 Hercules şand navçeyê.

Li navçeya Sûrê, hînê jî dengê çekan tê.

...