Dirûşmeya “Qatil Erdogan, Durû YE” li cadeyên Stockholmê belav bû
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê ,Stockholmê dijîn êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 19 berfanbarê 2015, 21:09
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê ,Stockholmê dijîn êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.Ji bo piştgiriya bi gelê li Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiya û jiyangehên din ên li dijî terora Tirk li ber xwe dide jî meş û mîtîng hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê hatin cem hev, bi alên PKK, KCK, PYD, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ber bi navenda bajar dest bi meşê kirin.
Çalakvanan pankartên, “Li Kurdistanê Dagirkeriya Tirk Bisekinîn”, “Em Hemû PKK’e Ne” vekirin, dirûşmên, “Qatil Erdogan, Durû YE”, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Polîsan êrîşî çalakiya bê destûr hat lidarxistin nekir, dema çalakvan gihiştin nêzî parlamentoyê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin. Li derdora parlamentoyê çekên otomatîk, polîsên siwar hatin bicihkirin, helîkoptera polîsan ji hewayê çalakvan şopand.
Di axaftinên li Qada Mynttorget hatin kirin de bang hate kirin ku divê Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê li hember qetlîam û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê xwedî helwest bin.
Di çalakiyê de ji bo kesên di êrîşên li ser Kurdistanê de hatine qetilkirin, rêz hate girtin, dirûşmên, “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Roja Înê, nêzî 15 ciwanên Kurdistanî li hundirê Parlamentoya Swêdê nêzî 2 saeta çalakiya rûniştinê li dar xistibûn.