PDK’ê nehişt birîndarên YPG’ê derbasî Başûr bikin

Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) nehişt 4 şervanên YPG’ê ên birîndar ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) nehişt 4 şervanên YPG’ê ên birîndar ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Bi armanca tedawîkirinê îro danê sibehê 4 şervanên YPG’ê yên birîndar, ku hin ji wan rewşa wan di metirsiyê de ye, ji bo derbasî Başûrê Kurdistanê bikin, şandin Deriyê Sêmalka. Lê, hikûmeta Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) bêyî sedeman diyar bike, nehişt birîndar derbasî Başûrê Kurdistanê bên kirin.

Li gor agahiyên çavkaniyeke ji Deriyê Sêmalka, ji ANHA’yê re diyar kir ku tevî şervanên YPG’ê yên birîndar heta saet 15:30’an li Deriyê Sêmalka man jî, lê hikûmeta PDK’ê nihişt birîndar derbasî Başûr bên kirin.

Li gor çavkaniyê, şervanên YPG’ê yên birîndar vegerandin bajarê Dêrikê û yek ji wan rakirin nexweşxaneya bajêr.