Nûçegîhana JINHA'yê Canozer hate girtin

Nûçegîhana JINHA'yê Bêrîtan Canozer a ku dema nûçe dişopand hatibû binçavkirin bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" hate girtin.

Nûçegîhana JINHA'yê Bêrîtan Canozer a ku dema nûçe dişopand hatibû binçavkirin bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" hate girtin.

Nûçegihana JINHA'yê Bêrîtan Canozer a ku li navçeya Sûrê dema çalakiya şermezarkirina dorpêça li dijî navçeya Sûrê ya Amedê dişopand, di 16'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin.

Dadgehê der barê Canozer de bi heman îdiayê biryara girtinê da.