Polîsên Tirk bi çekan êrîşî çalakiya protestoyê kir

Li Stenbolê polîsên Tirk bi guleyên rastî êrîş bi ser gelê ku qedexeya derketina kolanan protesto dikir.

Li Stenbolê polîsên Tirk bi guleyên rastî êrîş bi ser gelê ku qedexeya derketina kolanan protesto dikir. 

Li taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî bajarên Kurdistanê kom bûn û çalakî lidarxistin. Polîsan bi çekan êrîşî çalakiyê kirin. Welatiyên taxê jî erka xweparastinê pêk anîn û hate diyarkirin ku polîsan hinek ciwan derb kirinê û binçav kirine.