Êrîşên dewleta Tirk li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. Girseyên gel ên li Norwêc, Belçîka, Elmanya û Awûstûryayê li hev civiyan, lenet li êrîşên AKP'ê anîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 20 berfanbarê 2015, 07:10
Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. Girseyên gel ên li Norwêc, Belçîka, Elmanya û Awûstûryayê li hev civiyan, lenet li êrîşên AKP'ê anîn.
OSLO: Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, li ber Stasyona Trenê civiyan û tevî dostên xwe di ser kolana Karl Johan re heta ber Parlamenta Norwêcê meşiyan. Li vê derê, nûnerên Partiya Sor a Norwêcê û nûnerên Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re, Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî, Nûnerê YNK'ê yê Norwêcê Hadrîn Karîm, ji Komeleya Çanda Kurd Xezal Algunerhan axivîn.
LÎEGE: Li bajarê Belçîka Lîege, terora dewleta Tirk bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Girseya gel a li ber Navenda Çanda Kurd a Lîege civiya, bi kincên mîna kefenên bi xwîn ên işaret bi mirovên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin dikin, dest bi meşê kir. Meşa ku Partiya Komunîst a Belçîkayê, Navenda Çanda Elewiyan a Lîege, endamên Aveg-Kon'ê, sosyalîst û Êzidiyan piştgirî dan, li Place Saît Leonard bi dawî bû. Li vê derê mîtîngek hat lidarxistin û li ser navê saziyên beşdar axaftin hatin kirin. Qisekeran, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar kirin.
ARNHEM: Li bajarê Hollanda Arnhemê, bi armanca silavkirina berxwedana li Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, meşek hat lidarxistin. Piştî meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, mîtîng pêk hat û li vir daxuyanî hat dayîn. Di axaftina li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bîranîn, berxwedêrên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Kerboran û Silopiyayê hatin silavkirin û komkujiya dewlet li gelê sivîl dike, hat şermezarkirin.
VIYANA: Ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk û protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Parlamenta Awûstûryayê mîtîngek hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Civaka Demokratîk a Kurd li Awûstûryayê Hevserok Rîchard Berger axivî. Piştî Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan peyivî û anî ziman ku zîhniyeta duh li Roboskî û Mereşê komkujî kir, îro lih er cihên xweseriya demokratîk a mafê Kurdan de hatiye îlankirin, êrîşê dike. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî li vir axivî.
FRANKFÛRT: Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi hezaran kes bi dirûşma "Em ê destûrê nedin faşîzmê" meşiyan. Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Maînz, Mannheîm, Hanaû û Fûlda beşdarî çalakiyê bûn. Meşa li ber HBF a Frankfûrtê destpê kir, li meydana Alte Oper veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê komîteya amadekar Cano Yildiz li ser navê Meclîsa Jinê ya Amara Vîldan Dîrîk, li ser navê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan û nûnerê AGÎF'ê axivîn. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" bi dawî bû.
BRAÛNSCHWEÎG: Bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li Hîldesheîm, Peîne, Salzgîtter/Lebenstedt, Gîhfhorn û Braûnscheîgê li bajarê Elmanya Braûnschweîgê meşek hat lidarxistin. Girseya gel a li Schlosplatzê li hev civiya, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, YPJ, YPG, HPG, PYD û TEV-DEM'ê meşiya. Girseya gel di meşê li ser terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd belavok belav kir û dûr li cihê kombûnê vegeriya. Mîtînga li vir bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" bi dawî bû.
STRASBOÛRG / NANCY: Li bajarên Fransa Strasboûrg û Nancy, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo destekirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, mîtîng hatin lidarxistin. Çalakiyên li vê derê bi beşdariya Kukrdistaniyên ji Strasboûrg, Mulhoûse, St. Avold, Besancon, Mezt û bajarên Elmanya Kehl û Lahrê pêk hat.