Gelê Nisêbînê li pişt barîkatan çalakî pêk anî

Li navçeya Nisêbînê gel li hember qedexe û êrîşên dewleta Tirk daketin kolanan û li pişt barîqatan çalakiyên dengderxistinê pêk anî.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gelê navçeyê li hember qedexe û êrîşên giran ên hêzên dewletê yên li ser Nisêbîn û Kurdistanê çalakiyên dengderxistinê pêk an. Di serî de li taxên berxwedanê yên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa û li seranserî navçeyê gel daket kolanan. Hemwelatiyan bi teneke, sînî, beroş û firaqan çalakiya dengderxistinê li dar xist. Di çalakiyê de gel bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Nisêbînê”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” berz kirin.
 
Balkêş bû ku jin û dayikan li pişt barîqatan deng derxistin û tîlîlî kişandin. Li seranserî navçeyê çalakiya dengderxistinê ya gel dengê çekên polîsên tîmên taybet têk birin.