Li Nisêbînê li nuqteya wesayîta zîrxî teqîn
Li nuqteya ku wesayîta zirxî hatibû bicihkirin a li ser Cadeya Çagçag a Nisêbînê ku ev 7 roj in rêveberiya awarte didome, teqînek dijwar pêk hat.

Di roja 7. a qedexeya kolanan a li Nisêbînê de, li ser taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle êrîşên artêşa Tirk didomin.
Êrîşên tîmên taybet ên 4 tax dorpêç kirine îro jî dewam dikin, danê nîvro dengê çekan zêdetir bûn. Li nuqteya ku panzerek li ser hatibû bicihkirin ya li Cadeya Çagçagê ku her 4 taxan bi hev ve girê dide û ji vir Kolana Kordon gulebaran dikir, teqînek bi şîdet pêk hat. Di encama teqînê de wesayîta zirxî derb xwar, ji cihê bûyerê dûman bilind bûn. Her wiha wesayîtek zirxî ya hat heman nuqteya ku teqîn lê çêbûye, bi deqeyan tax gulebaran kir.
Têkîldarî encama teqînê ya mirî û birîndaran de agahî nehatin zelalkirin.