Li Qoserê polîsan êrîş kirin, gel li ber xwe dide

Li Qoserê, girseya gel a ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li hev kom bû û wê daxuyanî bida çapemeniyê, rastî êrîşa polîsan hat.

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, bi pêşengiya KESK û DÎSK'ê, girseya gel a ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li hev kom bû û xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. 

Lê belê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel a li Meydana Azadiyê kirin.

Li hemberî êrîşan gel dest bi xweparastinê kir. Pevçûna ji ber êrîşa polîsên Tirk derket, li taxên Berçem û Koç belav bû.