Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Êdî dema valakirina zanîngehan e
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo tevlîbûna berxwedana li Kurdistanê bang li ciwanan kir. Di banga li ciwanên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin de wiha tê gotin: “Êdî dema valakirina zanîngehan e.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo tevlîbûna berxwedana li Kurdistanê bang li ciwanan kir. Di banga li ciwanên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin de wiha tê gotin: “Êdî dema valakirina zanîngehan e.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo tevlîbûna berxwedana li Kurdistanê bang li ciwanan kir. Di banga li ciwanên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin de wiha tê gotin: “Êdî dema valakirina zanîngehan e.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, di serî de Cîzir, Sûr, Kerboran, Silopiya, Gever û Nisêbîn, berxwedana gelê li Kurdistanê wek pêvajoya hebûn û tinebûnê pênase kir.
ÊDÎ DEMA VALAKIRINA ZANÎNGEHA HATIYE
Di daxuyaniya ku balê dikşîne ser wezîfeyên ciwanan de wiha hat gotin:
“Ji bo tevahî ciwanên şoreşger welatparêz ên Kurdistanê, ciwanên Tirkiyeyî yên ji xwe re dibêjin em sosyalîstên banga me ye. Li dijî qetlîamên wehşî, êdî dema tevgera bi ruhê şoreşgerî yê ciwanên 68’an e. Di dîrokê de li dijî zîhniyeta mêtinger, talanker, qatil, zanîngeh veguherîne kelhên berxwedanê. Tevahî ciwan bûn çem û bendên zilmê parçe parçe kirin. Em ji kevnoşiya ku dikare li tevahî mêtingeran bi berxwedana bi biryar a ciwanan ve serî bitewîne hatine. Di serî de ciwanên Apoyî yên Tirkiye û Kurdistanê, em bang li tevahî ciwanên şoreşger dikin ku bi ruhê ciwanên 68’an ve bê navber her qadê ku lê ne veguherînin qadên berxwedanê yên bi heybet.”
Însiyatîfê bang li tevahî ciwanên li zanîngehên Kurdistan û Tirkiyeyê dixwînin kir ku li dijî qetlîamên pêk tên her çalakî rewa ne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bi tijîkirina zanîngehên ku bi berevajîkirina têgînan ve di zîhnin xwendekaran de mêtingerî, talan û diziyê rewa dikin, li dijî polîtîkayên qetlîamê bê deng mayîn, xwe bê çare dîtin, tê wateya windakirina nasnameya ciwantiyê. Her wiha dema ewqas qetlîam pêk tên, ne dema fikrandina xwe û pêşeroja xwe ye. Li dijî faşîzma Erdogan, mêtingeriyê, talankirinê, zextê hêza yekane û herî mezin ji ciwanan pê ve ne tiştekî din e. Ji ber vê jî êdî dema valakirina tevahî zanîngehên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, êdî dema ji bo gelê me yê berxwedana dîrokî li dijî faşîzma AKP’ê ji bo pêşerojek azad raber dike, li kolanan pêşengtiyê ye. Li ser vî esasî, wek Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bi şîara, “heta serketinê li her qadê bê navber berxwedan” ve divê tevahî ciwanên Apoyî yên Kurdistan û Tirkiyeyê bêyî demê windabikin, pêwîst e her deverê veguherînin Cizîr, Sûr, Kerboran, Silopiya, Nisêbîn, Geverê.
HER ÇALAKÎ REWA YE
Li dijî qetlîamên pêk tên her çalakî rewa ne. Bila her kes bizanibe ku agirê li Kurdistanê pêketiye wê her derê bişewitîne. Bi enerjiya bê dawî û dilê mezin ê ciwanan ve, li her derê bi ruhê gezî, bi ruhê Kobanê em li ber xwe bidin, em bang dikin ku heta mêtingeran, qatilên bê exlaq ji Kurdistanê paqij bikin, em berxwedanê li herê derê belav bikin.”