Li Wanê êrîşa polîsan: Hevserokê HDP'ê yê bajêr birîndar bû-HAT NÛKIRIN I

Li Wanê, di bûyerên ji ber êrîşa polîsan derketin de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Endamê Meclîsa Şaredariya Payîzavayê, ji ber kapsulên gazê yên li bedena wan ketin birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li Wanê, bi şiyara 'Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiay gelan e' bi pêşengiya DBP, HDP û TUYAD-DER'ê hewl hat dayîn meşek bê lidarxistin, lê belê polîsên dewleta Tirk êrîş kirin.

Di bûyerên ji ber êrîşa polîsan derketin de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Endamê Meclîsa Şaredariya Payîzavayê, ji ber kapsulên gazê yên li bedena wan ketin birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin.

Tevî Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Nadîr Yildirim û Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Caziye Dûman û Munîr Aras, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, Hevşaredarên Navçeyan, rêveberên DBP û HDP'ê yên Bajar û Navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bi hezaran kes li Parka Feqiyê Teyran civiyan û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qîrîna dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Gelê Cizîrê bi tenê nîne" ber bi meydana Beşyolê ve dest bi meşê kirin.

ÊRÎŞÎ DAYIKÊN AŞTIYÊ KIRIN

Bi destpêkirina meşê de polîsên dewleta Tirk bi gaza îsotê, ava şid û bombeyên deng êrîş kirin. Di dema destwerdanê de, polîsan dayikên aştiyê yên li Parka Feqiyê Teyran bi erdê re kaş kirin û bi dehan kes girtin binçavan. Ciwanan jî, ji bo dayikên aştiyê neyên binçavkirin, dest li polîsan werdan.

Polîsên dewleta Tirk dest danîn ser kamera û makîneyên wêneyan ên rojnamevanan û dîmen û wêneyên tê de jê birin.

Di dema bûyerê de wesayîtên Ranger Rower ên sekvanên dewletê tê de bûn, bal kişandin.

Bûyerên ji ber destwerdana polîsan destpê kirin, li tevahiya bajêr belav bûne. Di êrîşan de gelek kes birîndar bûn, bi dehan kes jî hatin binçavkirin.

...