Li Qoserê gel li hember polîsên Tirk bendan ava dikin

Gel ji bo êrîşên polîsên asteng bikin, pirên ku diçin nava taxan bi bendan digirin.

Li Qoserê piştî destwerdana polîsên Tirk a li ser çalakiyên protestokirina qedexeyan, pevçûn hê jî didomin.

Gel ji bo êrîşên polîsên asteng bikin, pirên ku diçin nava taxan bi bendên digirin.

Îro meşa ku li Qoserê bi armanca protestokirina qetlîamên dewleta Tirk û qedexeya kolanan wê bihata lidarxistin, piştî polîsên Tirk destwerdan kir û şûn de bûyer li tevahî navçeyê belav bû.

Gelê Qoserê, bi armaca tevgerên polîsên Tirk asteng bikin, pirên li nava taxên Koçhîsar û Berçem bi tekeran û konteynirên çope ve bendan datînin. 

Polîsên Tirk di çalakiyê de guleyên rast bi kar tînin û bûyer hê jî didomin.