Polîs êrîş dike, gel li ber xwe dide

Polîsên Tirk êrîş birin ser Kurdistaniyên ku ji bo şkandina dorpêçê û xwedîderketina berxwedanê meşiyan.Gel xwe diparêze, berxwedana xwe didomîne.

Di pêşengiya DBP û HDP’ê de bi sedan kes ji bo şkandina dorpêça qetlîamê ya li Sûrê di roja 19. de ye û sekinandina mirinên sivîl, li pêşiya AZC Plaza kom bûn.

Bi sedan kesên ku di nav de Parlamenterên HDP’ê Nûrsel Aydogan, Çaglar Demîrel û Sîbet Yîgîtalp jî hene, pankarta “Li dijî şerê Qesrê, berxwedana Sûrê wê bi ser bikeve” vekirin. Li pêşiya AZC Plaza ji aliyê wesayîtên zirxî û tîmên taybet hatine dorpêçkirin.

Girseya hatiye dorpêçkirin sirûda Çerxa Şoreşê got, bi dirûşma, “Ji Gerîlayên Li Sûrê Li Ber Xwe Didin Hezar Silav” qîr kirin û derbasî çalakiya rûniştinê bûn.

Piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan, hejmara girseya ber bi Baglarê kete rê gihişt bi hezaran.

Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî bi hezaran kesên ku hatin Cadeye Sakarya kirin.

Ciwanan konteynirên çopê ji xwe re kirin barîqat, bi fîşekên hewayî ketin xweparastinê.

Li ser êrîşa polîsan esnafan kepengê xwe girtin, gel bi tilîlî û çepikan ve berxwedana xwe didomîne.

...