Li Qoserê şer li tevahî navçeyê belav bû

Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser daxuyaniya Qoseriyan a li dijî pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Kurdistanê, bûyerên derketên li tevahî navçyeê belav bûn. Ji navçeyê dengê teqînên dijwar tên.

Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser daxuyaniya Qoseriyan a li dijî pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Kurdistanê, bûyerên derketên li tevahî navçyeê belav bûn. Ji navçeyê dengê teqînên dijwar tên. 

Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser daxuyaniya Qoseriyan a li dijî pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Kurdistanê ya di pêşengiya nûnertiyên Qoserê yên DÎSK û KESK’ê, bûyerên derketên didomin. Gel bi kevir û fîşekên hewayî ve xwe diparêze, çalakî li taxên Koçhîsar û Berçem belav bûn.

Li navçeya ku pevçûnên dijwar didomin de polîs ji wesayîtên zirxî anonsên heqaretwarî dikin. Ji ber bombeyên deng ên li dijî polîsên Tirk tên bikaranîn, ji navçeyê dengê teqînên dijwar tên. 

Komek qelebalix a li Taxa Ozgurluk a li navçeyê pevçûn didomin hatin cem hev, daxuyanî da. Li ser navê komê Nûnerê Şaxa Qoserê yê Qoserê yê Egîtîm Sen Hamît Gungor êrîş şermezar kir.

Gungor wiha got: “Heta yek jî ji me bimîne em ê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bidomînin.”

Li navçeyê li taxên Koçhîsar, Berçem, Tepe û Îpekê pevçûn bi awayekî bi şîdet didomin.